28 Nisan 2012- “Uludere katliamının 120. günü” Yürüyüşü Basın Metni/Kürtçe– İstanbul

0
Want create site? Find Free WordPress Themes and plugins.

Di ser komkujiya ku li Qilabanê qewîmî  re tam sed û bîst roj derbas bû. 34 kes ku di nava wan de pir ciwan jî hebû bi komkujiyeke xedar ji nava me hatin standin. Bedenên wan hatin perçe kirin. Tu kes, tu sazî, tu hikumet nikareli hemberî vê komkujiyê wek tiştek ne qewimiye  tevbigere. Lê berpirsiyarên komkujiyê yên fermana bombebarandinê dan, hikumet mina tiştek neqewimiye berdawama helwesta xwe dikin. Tam 120 roj çêbû.

Di nava van 120 rojan de tenê çend fermandar ji kar hatin dûr xistin. Nê lêborîn hat dayîn ne jî bi awayek rasteqîn hesab hat pirsîn.

Tam beravajî wê, hesabpirsinê aliyekî, berpirsiyarên komkujiyê hewl didin ku serê komkujiyê binixumînin.

Di resepsiyona 23 Nîsanê de Serokfermandar xwe spart biryara veşartîkirina ya dadgehê û rave kir ku; divê tiştên ku li Qilabanê çêbû, bê deng nêzikî van tiştan werin kirin.

Çima, Em ê derbarî 34 kesan ku ji wan 17 kes zarok in, neaxivin.

Heke em Qilabanê ji bîr bikin ji mirovahiyê me çi bimîne? Heke em ê li ser Qilabanê neaxivin, em ê li ser çi biaxivin?

Di bombebarandina gel ku bi destê dewletê qewîmî de du berpirsiyar hene; Yekî Serokfermandartî, yekî jî hikumeta AKP ye.

Divê teqez berpirsiyarên leşkerê ku di buyerê de berpirsiyaritiya wan heye, ji kar werin dûr xistin.

Berpirsiyareke din ku li Qilabanê qewimî jî hikumeta AKP ye.AKP bi piştgiriya CHP û MHPy.3e ji TBMMyê raye operasyona derveyî sînor stand û di pirsgirêka kurd de şûna riya aşîtî û gotubejî riya leşkeriyê tercîh kir. Ev tercîh jî zemîna komkujiya Qilabanê afirand.

Lê em dizanin ku berpirsiyarê din ê komkujiya Qilabanê jî heye. Ew jî Wezirê Karê Hundirê İdris Naim Şahin e. İdris Naim Şahin ji her kesî ku ne tirk e, nefret dike. Her cure çalakiyên çandî, hunerî, rojnamevanî, akademîk bi navê “teror” bi nav dike. Ew dixwaze ku pirsgirêka kurd bi tifkirinê çareser bike. İdris Naim Şahin di mîtinga Hocaliyê de bê şerm derket ser kursiyê û daxuyaniyên neteweperestî dan. İdris Naim Şahin berpirsiyarê sereke yê komkujiyê ye.

Ji ber vî yekî divê derhal îstîfa bike.

Ji ber buyera Qilabanê pewiste ji gelê kurd derhal lêborinê bixwaze.

Divê berpirsiyarên vê buyerê hema ji kar werin dûr xistin.

Hesaba vê yekê werin pirsîn.

Ji bo ku buyerên mîna Qilabanê dîsaa neqewîme, divê hikumet riyên aşîtiyê bixe devreyê.

Divê girtiyên KCK û girtinên parlamanî demildest werin berdan.

Me gotibû ku “ Em ê Qilabanê ji bîr nekin.”

Em ê ji bîr nekin.

Em ê birayên xwe nedin ji bîr kirin. Jibîrkirina yên li Qilabanê mirin, tê wateyê jibîrkirina aşîtiyê ye.

Gelê kurd ji we ne pereyê xwînê, lêborîn û hesabpirsina ji berpirsiyarên komkujiyê dixwazin.

Gelê kurd ji we bombe, komkujî, girtin, qedexekirina cejnan naxwazin; ew ji we ji bo biratiya rasteqîn  – peyva biratiyê di devê we de bûye benîşt- gavên aşitiyê dixwazin.

Em, yên ku ji bo aşitiyê têkoşin dikin; em aşitiyê dixwazin, em ê aşitiyê diqirin.

Em dizanin ku hesabpirsina Qilabanê beriya her tiştî ji bo mirovbûnê pewîst e û ji bo aşitiyê gavekî pir girîng e.

Yıldız Önen

Li Ser Navê Însiyatifa Aşitiyê

Did you find apk for android? You can find new Free Android Games and apps.
Share.

Comments are closed.