12 Ocak 2011 – BDP’li Tutuklular Serbest Bırakılsın! Basın Açıklaması Türkçe ve Kürtçe Metni

0
Want create site? Find Free WordPress Themes and plugins.

13 Ocakta barış sürecine şans verin

Yarın önemli bir gün değerli arkadaşlar. Diyarbakır’da KCK davası yeniden görülmeye başlanacak. Dava yarın başlıyor. Gelecekten bugünlere baktığımızda 13 Ocak nasıl hatırlanacak? Emin olunuz ki hatırlanacak sonuç, Kürt sorununun çözümü ve demokrasi mücadelesinde kat ettiğimiz mesafe ile son derece alakalı olacak.

13 Ocak Kürt sorununun çözümü ve barış sürecinin yeni bir sıçrama yaşadığı gün olarak mı hatırlanacak? BDP’li tutukluların anadilde savunma haklarının kabul edildiği, tüm tutukluların derhal tahliye edildiği, Kürt halkının barış jestlerinin artık devlet tarafından görmezden gelinemez bir etkiye sahip olduğunun kanıtlandığı bir gün olacak mı 13 Ocak?

Yoksa hükümetin “tek, tek” diye avazı çıkarcasına MHP gibi haykırmaya devam ettiği ve barış fırsatının heba edildiği bir dönemin başlangıcı mı olacak 13 Ocak?

Başbakan bilinmeyen bir dilde halkı nasıl selamladığını halen anlatmış değil. Peki devletin kanalı TRT Şeş bilinmeyen bir dilde yayın yaparak, bilinmeyen insanlara mı yayın yapmayı amaçlıyor? Diyarbakır’da mahkeme heyeti “bilinmeyen bir dilde” savunma hakkını tanımıyor ama devletin kanalında o bilinmeyen dilde şarkılar söylenmesi serbest!

O nedenle 13 Ocak, bu türden çok sayıda saçma çelişkinin nereye evirileceğinin, çözüm yönünde bir adım atılıp atılmayacağının da saptandığı tarih olacak.

Şimdi, iktidara bir iş düşüyor: eğer gerçekten annelerin gözyaşlarına bu kadar değer veriyor, babaların yürek sızısını önemsiyor ve gençlerin ölümüne propaganda olsun diye değil de gerçekten karşı çıkıyorsanız, tüm etki gücünüzle, Diyarbakır’da yeniden başlayacak davada BDP’li tutukluların serbest bırakılması için çaba gösterirsiniz!

Kürt sorunun tartışılma düzeyi, birkaç sene önce hayal bile edilemeyeceğimiz bir aşamada olabilir. Tartışmak elbette iyidir ama sorunun çözümü yönünde devletin sonuç alıcı pratik hiçbir adım atmadığı düşünülürse, sadece tartışma düzeyinin genişlemesi çok da önemli değil.

Elmanın tadı hakkında tartışmak keyifli olsa da, unutmayalım ki, “elmanın tadı, hala, yenmesindedir”.

Esas mesele çözüm için pratik, somut olarak ne yapılacağıdır.

Demokratik özerklik tartışmalarında, pratik olarak ne yapmayı amaçladığınız belli: “Tek, tek, tek!”.

“Bilinmeyen bir dil” tartışmasında ne yapacaksınız; etiketlerde Kürtçenin serbest olması ama faturalarda yasak olması mı gerçekten sizin fikriniz?

Gerçekten BDP’li tutuklular anadillerinde konuştuklarında “bilinmeyen bir dilde” konuştuklarını düşünmeye devam mı edeceksiniz? Bunun adı da Kürt açılımı mı olacak?

Bu siyaset ezelden “tekliyor”! Kürtler için tekliyor; Aleviler için tekliyor; inançlı, başörtülü arkadaşlarımız için tekliyor.

Şimdi, 13 Ocağın arefesinde, bu durum hakkında her kim ya da kimler karar verecekse, her yetkilinin hatırlaması gereken bir gerçeği tekrar edelim. Anlaşılan o ki, bizim “artık anlaşılmıştır” dediğimiz gerçek henüz anlaşılmamış ve daha çok telaffuz edilmesine ihtiyaç var. Belki bu sayede illüzyonlardan kurtulma şansları olabilir: Kürt halkı olarak bilinen bir halk var, gerçekten! Bu bir! Ve ikincisi  bu Kürt halkı Kürtçe konuşur.

Kürt halkı çok uzun süreden beridir mücadele ediyor. Bu mücadeleyi sürdürenlerin stratejileri, barışçıl bir sürecin hakim hale gelmesini sağladı. Bu mücadelenin en başından beri ifade edilen temel bir amacı var: Kürt halkının her düzeyde, ama her düzeyde ulusal varlığının tanınması. Kürt halkını savaşarak yenemeyeceğini kabul edenler, siyasal ve demokratik çözüm yönünde, lafta da olsa adım atmak zorunda kaldılar. Kürt halkının ulusal varlığı her düzeyde tanınana kadar, mücadele etmeye devam edenler, barışı bir şans olarak, bir fırsat olarak bir kez daha kapının önüne kadar getirdi. Bu kapıyı açıp, uzatılan barış elini tutup tutmayacağına karar verecek olanlar, iyice düşünmelidirler.

Bizler ise, arzulanan barış sürecinin yüklerinin en azından bir kısmının, Kürt halkının sırtından alınmadan demokrasinin gelişemeyeceğini öngördüğümüz için Özgürlük İstiyoruz İnisiyatifi olarak, yürüyoruz, yürümeye devam edeceğiz. Kürt halkının uzattığı barış elinin güçlenmesi için, barış şansının kaçırılmaması için, “Kürtler Kürtçe konuşur” demek için.

BDP’li tutukluları derhal serbest bırakın!

Arkadaşlarımızı serbest bırakın!

Barışa bir şans verin!

Veysi Altay

Özgürlük İstiyoruz İnisiyatifi

Di sêzdehê Rêbendanê de şanşekî bidin pêvajoya aştiyê!

Sibê rojekî girîng e hevalino. Doza KCK’ê li Amedê dê ji nû ve were dîtin. Doz sibê dest pê dike. Dema ku em ji pêşerojê li paşeroja xwe binêrin dê 13’ê Rêbendanê çawa bê dîtin. Bi vê yekê bawer bin ku dê bi mesafeya ku me di pirsgirêka kurd û têkoşîna demokrasiyê de pêş de biriye ve dê têkildar be.

13’ê Rêbendanê dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê bibe rojeke girîng? Wê 13’ê Rêbendanê bibe roja qebûlkirina mafê bi zimanê zikmakî xwe parastinê yê girtiyan, roja tehliyekirina hemû girtiyan, roja dîtina vê yekê ku jestên aştiyê yên gelê kurd xwediyê vê hêzê ye ku êdî nikare ji aliyê dewletê ve were pişt guh kirin?

An jî 13’ê Rêbendanê dê bibe roja vê yekê ku hikumet wekî MHP’ê bi qasî ku dengê wî derdikeve diqîre û dê bibe roja destpêka pêvajoya hebakirina fersenda aştiyê?

Hê jî serokwezîr negotiye ka çawa bi zimanekî nayê zanîn silav li gel kiriye. Heke wisa ye, kanala dewletê TRT Şeş, hewl dide bi ‘zimanê nayê zanîn’ li mirovên nayê zanîn  weşanê dike? Li Amedê heyeta dadgehê “bi zimanekî nayê zanîn” mafê parastinê nanase lê belê di wê kanala dewletê de bi wî zimanê nayê zanîn stran gotin serbest e!

Niha barek dikeve ser milên desthilatdariyê: Heke ku hûn rondikên dayikan ji bo we ev qas biqiymet e, jana dilê bavan ji bo ve girîng e û hûn ne ji bo propagandayê, jidil li hemberî kuştina ciwanan derdikevin, bi hemû hêza xwe ve, hûn ê ji bo doza ku li Amedê ji nû ve dest pê dike ji bo serbest berdana  girtiyên BDP’ê bikevin nav hewldanan.

Dibe ku asta nîqaşkirina pirsgirêka kurd, çend sal beriya niha di rewşeke ku nayê tehmînkirin de be. Helbet nîqaşkirin baş e, lê heke ku ev yek li ber çavan bê girtin ku dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu gavên pratîk navêje, bi tenê bilindbûna asta nîqaşkirinê ne girîng e. Her çend derbarê tema sêvê de nîqaş bikêyf be jî divê em ji bîr nekin ku ‘tema sêvê hê jî ji xwarina sêvê ye.’

Meseleya sereke ew e ku ji bo çareserkirinê kîjan gavên pratîk dê werin avêtin.

Di nîqaşên xweseriya demokratîk de, bi awayekî pratîk hûn dixwazin çi bikin eşkere ye: yek ziman, yek al,  yek netew.

Hûn ê di nîqaşa zimanê ku nayê zanîn de çi bikin? Bi rastî jî daxwaza we di etîketan de serbest berdana kurdî lê di fatureyan de qedexekirina wê ye?

Bi rastî jî dema ku girtiyên endamên BDP’ê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin hûn ê bibêjin ‘ew bi zimanekî nayê zanîn diaxivin?’ Dê navê wê jî bibe lêvebûna kurd?

Ev siyaset ji berê ve dike yeke yek! Ji bo kurdan,elewîyan, jî bo hevalên me yên bawermend, sergirtî dike yeke yek.

Niha beriya 13’ê Rêbendanê ji bo vê rewşê her kê dê biryarê bide, em rastiyeke ku her peywirdarek divê ji bîr neke dubare bikin: Xuya ye, rastiya  ku me jê re gotiye êdî hatiye fêmkirin hê jî nehatiye fêmkirin û hê gelek ihtiyaç bi bilêvkirina wê heye. Heye ku saya vê şansê wan ê ji ilîzyonan rizgarbûnê hebe. Bi rastî jî gelekî ku wekî gelê kurd tê zanîn hey. Ev yek. A duyemîn gelê kurd bi kurdî diaxive.

Gelê kurd ji zû ve têdikoşe. Stratejiyên kesên ku vê têkoşînê didomînin, bû sedema hakimbûna pêvajoyeke aştiyane. Ji destpêka vê têkoşînê ve armanceke sereke ya vê heye. Di her warî de pejirandina hebûna neteweyî ya gelê kurd. Ên ku pê hesiyane ku nikarin bi şer gelê kurd têk bibin di warê siyasî û demokratîk de ji bo çareseriyê ne ji dil be jî mecbûr man ku hin gavan bavêjin. Kesên ku heta hebûna neteweyî ya gelê kurd bê nasîn têdikoşin wekî şansekî, wekî fersendekî, careke din aştî heta li ber derî anîn. Divê ku ew kesên ku biryara derî wekirinê û destê aştiyê yê dirêjkirî bigrin, baş bifikirin.

Em jî, ji bo ku barê pêvajoya aştiyê qet nebe hinek ji ser milên gelê kurd were rakirin, ku em difikirin ku ev nebe demakrasî bi pêş ve naçe, wekî Însiyatîfa Em Azadiyê Dixwazin, dimeşin û em ê meşa xwe bidomînin. Ji bo ku ev destê aştiyê yê gelê kurd xurt bibe, ji bo şansê aştiyê neyê windakirin, ji bo ku em bibêjin “gelê kurd bi kurdî diaxive”,

Bila girtiyên endamê BDP’ê serbest werin berden!

Hevalên me serbest berdin!

Şansekî bidin aştiyê…

Did you find apk for android? You can find new Free Android Games and apps.
Share.

Comments are closed.